Artêşa Tirkiyeyê agir bi zeviyên gundewarên Til Temirê berda

artêşa Tirkiye û cîhadî nahêlin xelk agirê temrîne
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest, îro pêncşem artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê dest bi topbaran kirina gundewarên ser bi Til Temirê ya li Rojavayê Kurdistanê kirine.

Di encama topbarana ku bi qasî zêdetir ji seatekê dom kiriye, agir bi zevî û genimên Cotkarên Kurd yên li gundê Um Elkêf ketiye.

Hate zanîn ku agir hîn jî nehatiye kontrol kirin û şêniyên deverê ku dixwazên bi derfetên xwe agirê temrînin, cîhadî û artêşa Tirkiyeyê êrîşî ser wan dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.