Li Amerîkayê 100 hezar kes canê xwe ji dest dane

hijmara herî zêde li New Yorkê hatiye tomarkirin
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Amerîka bi qasî 1,700,000 kes bi vîrusa korona ketine û 100,271 kes bi wê jiyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê hatiye tespît kirin ku li wir pirtir ji 156,000 pêketî hene û 28,484 kes bi wê vîrusê jîyanên xwe ji dest dane.

Ji nav welatên cîhanê herî zêde li Amerîka mirinên ji vîrusa korona çêbûne.

Li dû Amerîka, bi 37,542 mirinên ji vîrusa korona Brîtanya li dû wê jî bi 33,072 mirinan Îtalya tê.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.