Hevpeymaniya cîhanî li ser DIŞIê dicive

civîn di 4ê Hezîranê de tê lidarxistin
کوردستان TV
100%

Wezîrên derve yên welatên endam di hevpeymaniya cîhanî de bi rêya onlîne dicivin.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê, wezîrên derve yên welatên endam di hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê de li ser mizubaniya wezîrê derve yê Amerîkayê, Mike Pempeo û wezîrê derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio bicivin û di civînê de behsa DIŞI û domandina şerê tune kirina DIŞIê bikin.

Di civîna ku vê roja 4ê Hezîranê were lidarxistin, behsa zêdebûna kiriyarên terorîstî yên DIŞIê û hewldanên hevpeymaniya cîhanî yên bo tune kirina DIŞIê were kirin.

Weke tê zanîn ev demeke ku welatên endam di hevpeymaniya cîhanî de behsa vê yekê dikin ku niha DIŞI bi qasî sala 2012an bihêze.

N: E. G

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.