Li Hewlêrê 12 kesên din bi Koronayê ketine

6 ji wan berketiyên kesên dinin
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî belav kir ku îro pêncşem li Hewlêrê 12 kesên din bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê belav kir ku di çarçoveya cerbandinên nûjdariyê de yên bo diyar kirina Koronayê, derketiye ku îro pêncşem 12 welatiyên din li Hewlêrê bi Koronayê ketine.

6 ji wan welatiyan berketiyên wan welatiyanin ku beriya niha bi Koronayê ketine.

6 kesên din jî jiber diyar bûna nîşaneyên Koronayê serî li nexweşxaneyê dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.