25 kesên din bi Koronayê ketine

niha ten; 120 kes di bin çavdêriya nûjdarî de mane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amara 24 seatên derbazbûyî belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbazbûyî de li Kurdistanê de bi giştî 25 kesên din bi Koronayê ketine.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku heta îro bi giştî 12 hezar û 4 welatî ku ji derve vegeriyane û kesên ku bi Koronayê ketine hatine qerentînekirin. Niha tenê 183 welatî di qerentîneyê de mane. 10 hezar û 821 welatî jî ji qerentîneyê derketine û vegeriyane nava malên xwe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku di nava 24 seatên derbazbûyî de li Kurdistanê de bi giştî 25 kesên din bi Koronayê ketine ku 9 ji wan li Hewlêrê û 16 li Silêmanî ne.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku heta niha li Kurdistanê de bi giştî 532 welatî bi Koronayê ketine, 5 welatî canê xwe ji dest dane û niha tenê 120 kes di bin çavdêriya nûjdarî de mane.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.