Qedexe nayê dirêj kirin

dibêje lazime xelk pêbendî tedbîrên xweparêziyê be
کوردستان TV
100%

Îro Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî serdana melbenda Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê li Hewlêrê kir û pişt re jî di pressonferansekê de behsa çend mijaran bi taybetî qedexeya hatûçû kir.

Ferset Sofî diyar kir ku beşek ji asteng anjî berbestên ku bi merama qedexeya hatûçû hatibûn danîn hîn jî nehatine hilweşandin û niha wezareta navxwe li gel wezareta tendirostî mişxûlî amadekarî ne bo biryarên nû û di çend seatên pêş de ev biryarên nû werin eşkerekirin.

Sofî behsa vê yekê jî kir ku ez ne bawerim qedexe were dirêjkirin lê tedbîr û şîretên xwe parêziyê werin tundkirin.

Nav hatî balkêşande ser vê yekê ku jiyan û kasibiya xelkê bo wan giringe lewre niha hewl bo çê kirina hevsengiyekê dikin daku jiyan û kasibiya xelkê jî berdewam be lê tedbîrên xwe parêziyê jî bidomin û lazime xelk jî hevkar be û xwe biparêze.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.