Wezareta tendirostî belav kir ku di çarçoveya dom kirina cerbandinên nûjdarî yên bo diyar kirina kesên ku bi Koronayê ketine, derket ku li Hewlêrê du welatiyên din bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya han, yek ji wan kesan berketiyê keseke dine ku beriya niha bi Koronayê ketibû û li devera Giwêrê rûdine û ewê din jî li Enkaweyê rûdine.
Ji aliyeke din ve wezareta tendirostî nûçeya ku behs li vê dikir ku wezaretê daxwaza dirêj kirina dema qedexeya hatûçûyê kiriye, red kir û ragihand ku ev nûçeya han ti rastiyeke xwe tuneye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin