Du çalakvanên Kurd hatin zîndanî kirin

bi tawanên bê bingeh hatine mehkûmkirin
کوردستان TV
100%

Zextên rejîma Îranê li dijî çalakvanên Kurd her diçe zêdetir dibin.

Li gor zaniyariyên berdest, dadgeha rejîma Îranê cezaya 5 sal girtîgehê û 2 sal qedexe bûn li berdem endam bûna vê di nava kom û saziyên siyasî û medenî de bi ser çalakvana Kurd Sekîne Perwane sepandiye.

Sekîne Perwane, keçeka Kurd e ku di warên siyasî û parastina mafên jinan de çalake û xelkê Xorasanê ye.

Ji aliyeke din ve ajansa Kurdpayê jî belav kir ku çalakvana Kurd ya xelkê Kirmaşanê Soheyla Hîcab jî ku beriya niha ji aliyê dadgehê ve hatibû cezakirin bo derbazkirina dema cezaya xwe bo girtîgeha Qerçek ya li bajarê Weramînê hatiye veguhaztin.

Soheyila bi tawana propagende kirin li dijî rejîma Îranê ji aliyê dadgehê ve hatiye cezakirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.