Hejmara pêketiyên Korona 5,500 hezar kes derbaz kir

hijmara herî zêde ya miriyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 5,508,904 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 1,662,768 e.

Li dû Amerîka bi pirtir ji 374,000 pêketîyên vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi 353,400 pêketîyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 98,223 li Brîtanya 36,996 û li Îtalya jî 32,877 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,638 kes bi wê mirine

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.