Du ciwanên din yên Kurd hatin refandin

tê gotin ji aliyê DIŞIê ve hatine refandin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest duhê bi şev du ciwanên Kurd li Daqoqê hatine refandin.

Jêderên herêmî ji Kurdistantv re eşkere kirin ku duhê bi şev li nêzî gundê Engîcen ya li Daqoqê, du ciwanên Kurd ku zirêvanên bîra petrolê bûne hatine refandin û heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Ev du ciwanên Kurd navên wan Nebez Mowefeq û Îsa Teha ye û tê payîn ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatibûn refandin.

Weke tê zanîn ev demeke ku terorîstên DIŞIê êrîşên xwe yên dijî welatiyên Kurd li deverên dagîrkirî zêdetir kirine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.