Mesrûr Barzanî bi minasebeta salvegera şoreşa Gulanê peyamek belav kirk u ev jî tekesta vê ye;
Di 44mîn salvegera şoreşa gulanê de, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê û tevahiya beşdarwanên vê şoreşê dikim û bi rêzdarîve wan pêşmergeyên qehreman bi bîr tînin ku bo bidest xistina mafên reva yên gelê Kurdistanê berdewam bûn di xebat û têkoşînê de.
Şoreşa Gulanê ku dirêjî anjî berdewamiya şoreşa mezin ya Îlonê bû, di encam de bi hevkarî û yekrêziya tevahiya aliyên Kurdistanî û pêkhateyan, xudan berhemên giringe weke serhildana mezin ya buhara 1991an û pişt re jî damezrandina hikûmet û parlementoya herêma Kurdistanê.
Şoreşa Gulanê ev rastî îsbat kir ku xwestek û îradeya gelê me ji tevahiya pilanan bihêztire, bi yekgirtî û yekhelwestiya xelkê Kurdistanê dikarin tevahiya rewşên dijwar derbaz bikin.
Lazime di rewşa niha de jî bi giyanê pêşmergane, bi yekrêzî û yekdengî, xizmeta nîştimana xwe bikin û bi vê rê jî dikarin bi ser tevahiya asteng û dijwariyan de zal bin û serkevin.
Serê rêzdariyê bo şehîdên şoreşa Gulanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin.
Mesrûr Barzanî
25/5/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin