Komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê duhê 30 welatiyên Kurd li Hesekê refandine.
Li gor nûçeyeke ajansa SANA ya Sûrî, duhê di yekem roja cejnê de artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve, li gundê Til Helef û derdorê ya ser bi Hesekê ve, 30 welatiyên Kurd refandine.
Heta niha derbarê çarenivîsa wan welatiyên Kurd de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Weke tê zanîn Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve piştî dagîr kirina hin deverên li bakûrê Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî rojane welatiyên Kurd direfînin û bo azad kirina wan daxwaze pereyan dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin