Girtî di rewşeke dijwar û di bin metirsiyê dene

dibêje bi sedan girtî bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Saziya efûya( lêxweşbûna cîhanî) yaku bi Amnesty tê nasîn derbarê rewşa girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Amnesty de hatiye diyarkirin ku lazime bilez çareseriyek ji rewşa dijwar ya girtiyên di nava girtîgehan de were dîtin jiber ku girtî di nava rewşeke dijwar û di bin metirsiyê dene.

Di daxuyaniya han de hatiye gotin ku girtîgeh gelek qerebalixin, xizmetgozariyên tendirostî di nava girtîgehan de gelek kêmin, rayedarên hikûmetê guhê nadin tendirostiya girtiyan, heta niha bi sedan girtî bi Koronayê ketine, lewre bo parastina selametiya girtiyan lazime kempîna kom kirina îmzeyan were destpêkirin û çareseriyek ji rewşa dijwar ya girtiyan re were dîtin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.