Donald Trump pîrozbayî li misilmanan dike

dibêje biratiya ji dil aştiyê bihêz dike
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump bi peyameke fermî Cejna Remezanê pîroz kir.

Donald Trump di peyama xwe diyar kir ku ‘’biratiya ji dil, aştiya baweriyê dide û hezkirina xurt’’ bi saya dîn ji berê pirtir di bîra wan de ye.

 ‘’ Trump got: Ez û First Lady (Xanima Yekê) di Cejna Remezanê de silavên xwe yên herî germ ji Misilmanên Amerîka û cîhanê re dişînin.’’.

Trump di berdewamiya peyama xwe de da zanîn ku însan di mehên dawî de bo dijî vîrusa korona li ber xwe bidin bala xwe dane ser bawerî û malbat û dostên xwe.

Wî bi bîr xist ku Misilman, Cejna Remezanê piştî meheke bi roji, dia, fikirîn û merasîmên din cejnê pîroz dikin û da zanîn ku ew hêvî dike ku Misilman bi rindî û xurtbûn cejna xwe pîroz bikin

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.