Şîeyên Îraqê li ser cejnê jî lihev nekirin

yek ji wan yekşem û evê din jî duşem kirine cejn
کوردستان TV
100%

Li seraserê cîhanê îslamê îro cejna Remezanê bû lê li Îraqê aliyên şîe li ser vê yekê jî lihev nekirin.

Du oldarên şîe yên ku weke merce tên nasîn, li ser diyar kirina roja cejnê lihev nekirin.

Elî Sîstanî ku yek ji oldarên mezin û navdar yê Îraqê ye û xudan pêgeheke civakî ya gelek bihêze ragihand ku roja duşemê cejna Remezanê ye.

Lê li hember Sîstanî, Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ku ev jî oldareke navdar yê Îraqê ye, ragihand ku îro yekşem cejna Remezanê ye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.