Hejmara pêketiyên vîrusa Korona 5,200 hezar derbaz kir

Amerîka, Berazîl û Rûsye di rêza yekem dene
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 5,205,572 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan 1,600,481 e.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 330,000 pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 326,448 pêketiyan Rûsya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka b95,921 li Brîtanya 36,475 û li Îtalya 32,616 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,638 kes bi wê mirine

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.