Duhê di encama bûyereke tirafîkê de li ser rêya navbera Kerkûk û Daqoqê de, tirimbîlek bi 6 rêwî ketibû nava ava Daqoqê.
5 ji wan kesan dayikek û 4 zarokin û yek ji wan jî ajovanê tirimbîlê ye.
Dayik û ajovanê tirimbîlê her duhê xwe ji avê rizgar kiribûn, lêbelê her çar zarok nikarîne avjeniyê bikin û di nava avê de canê dabûn.
Duhê rixmî hewldanên zêde termên wan nehatin dîtin lê îro di ragirtina ava Daqoqê termên wan her çar zarokan hatine dîtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin