Li Îranê 62 kesên din canê xwe ji dest dan

zêdetir ji 7 hezar kesan canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Belav bûna Koronayê li Îranê didome û rojane bi dehan kes canê xwe ji dest didin.

Di vê derbarê de Peyvdarê wezareta tendirostî ya Îranê Kiyanûş Cîhangîrî ragihand ku di nava 24 seatên derbazbûyî de 2 hezar û 100 kesên din bi Koronayê ketine.

Cîhangîrî herwiha eşkere kir ku di nava heman 24 seatan de 62 welatî jî canê xwe ji dest dane.

Nav hatî eşkere kir ku di nava 24 seatên derbazbûyî de li 10 parêzgehên Îranê ti welatiyek bi Koronayê neketiye.

Heta niha li Îranê bi giştî 124 hezar û 603 kes bi Koronayê ketine û 7 hezar û 199 kesên din jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.