Wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê belav kir ku vê di rojên cejnê de qedexeya hatûçûyê hebe.
Li gor daxuyaniya wezareta navxwe bo xwe parastin ji Koronayê û pêşî girtin ji belav bûna Koronayê, biryar hatiye dayîn daku di rojên cejnê de li seraserê Kurdistanê qedexeya hatûçûyê were ragihandin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev market, firin û cîhên din yên giştî yên xizmetgozarî yên ku beriya niha bi îzin hatibûn vekirin daxistî bin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê jî hatiye kirin ku vê qedexeya di navbera herêma Kurdistanê û parêzgehên Îraqê de heta 1ê meha Hezranê bidome.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin