Îro dîsa balefirên Tirkiyeyê jiber hebûna pêgeh û navendên gerîlayên PKKê li deverê, çend navçeyên ser bi devera Sîdekanê bordiman kirin.
Li gor zaniyariyên berdest di bordimana îro de derdorê Robê û Rowal, Hewreben, geliyê Lîtan û geliyê Şêxzadan hatine armanckirin.
Derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine berdest lê hate diyarkirin ku balefir gelek bi nizmî li ser asmanê wan deveran difirin û ev yek jî bûye sedema çê bûna fikaran li cem şêniyên deverê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin