Birêveberê tendirostiya Hewlêrê diyar kir ku îro çar kesên din ku bi Koronayê ketibûn baş bûne.
Li gor daxuyaniya berêveberê tendirostiya Hewlêrê Dilovan Mihemed ragihand ku îro li Hewlêrê 4 kesên din yên ku bi Koronayê ketibûn piştî wergirtina çareseriyên pêwîst yên nûjdarî baş bûne û cerbandinên dawî bo wan hatine kirine û derketiye ku ji Koronayê rizgar bûne lewre bo malên xwe hatine şandin.
Heta niha li Hewlêrê bi giştî 208 berketiyên Koronayê baş bûne û bo malên xwe hatine şandin û bi tenê 3 berketî di nexweşxaneyê de mane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin