Îro danê sibê li bajarê Helebê teqîneke mezin çê bû.
Piştî teqînê hate eşkere kirin ku teqîn di encama êrîşeke asmanî de bo ser navendeke leşkerî û cebelxaneya çekdarên Îranî pêk hatiye.
Jêderên çapemeniyê behsa vê yekê dikin ku ev êrîş ji aliyê balefirên nenas ve bo ser navenda leşkerî û cebelxaneyeke mezin ya çekdarên Îranî li Helebê pêk hatiye û di encama êrîşê de teqîneke gelek mezin çê bûye.
Weke tê zanîn ku Îsraîl hertim êrîşî ser çekdarên Îranî û cebelxaneyên çekdarên Îranî li Sûriyeyê dike lewre tê gotin ku mimkune êrîşa îro jî ji aliyê Îsraîlê ve hatibe kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin