Du leşkerên Îraqî li Selahedînê hatin kuştin

li deverê dest bi operasiyonê hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest terorîstên DIŞIê li Selahedînê du leşkerên Îraqî kuştine.

Di vê derbarê de jêderên ewlekarî yên Îraqê belav kirin ku şeva derbazbûyî terorîstên DIŞIê li nahiyeya Duceyêl ya ser bi parêzgeha Selehedînê êrîşî ser leşkerên Îraqê kirine û di encama êrîşa han de herî kêm du leşkerên Îraqî hatine kuştin.

Piştî êrîşî terorîstên DIŞIê ji deverê reviyane û artêşa Îraqê jî bo kuştin anjî girtina wan terorîstan li deverê dest bi operasiyoneke berfire kiriye.

Weke tê zanîn ev demeke DIŞI êrîşên xwe yên bo ser artêşa Îraq û çekdarên heşda şebî zêdetir kiriye û rojane leşker û çekdarên Îraqî dikuje.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.