Mesrûr Barzanî: Bila Amerîka û cîhan hevkariya Kurdistan û Îraqê bikin

dibêje danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê didomin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê civiya û piştî civînê jî li ser pêgeha xwe ya taybetî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro pêncşem 14/5/2020 me pêşwaziya Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steven Fagin kir û giftûgo derbarê rewşa herêma Kurdistan û Îraqê kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa dijwar ya abûrî ya niha ya herêma Kurdistanê hate kirin û me eşkere kir ku hikûmeta herêmê pilana xwe ya taybet bo rûbirû bûna rewşa han pejrandiye ku pêk hatiye ji kêm kirina mesref û zêdetir kirina dahatan.

Di berdewamiya civînê de me behsa vê yekê kir ku vê giftûgoyên li gel hikûmeta federal li Bexda bo çareser krina kêşeyên heyî li ser esasê destûra bingehîn û bi awayek ku erk û mafên her aliyek diyar û parastî bin, didomin.

Di beşeke din ya civînê de em her du alî li ser bihêztir kirina têkiliyên du alî û geşe pêdana hêlbirîna Amerîkî li herêma Kurdistanê hemfirkir bûn û me daxwaz kir daku Amerîka û civaka cîhanî hevkariya herêma Kurdistan û Îraqê bikin bo derbazbûn ji vê rewşa dijwar.

Ji aliyê xwe ve Konsulusê Amerîkayê Steven Fagin pesindariya xwe li hember şîret û tedbîrên serkeftî yên hikûmeta herêma Kurdistanê bo xwe parastin ji Koronayê diyar kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.