Serokwezîrê Îsraîlê piştî civîna xwe ya li gel wezîrê derve yê Amerîkayê ragihand ku hevpeymaniya navbera Îsraîl û Amerîkayê gelek bihêze.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku taze kabîneya nû ava kiriye, li gel wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo ku bi mebesta beşdarî kirin di merasima sund xwarinê de serdana Îsraîlê kiribû civiya.
Di civînê de behsa çend mijarên weke têkiliyên navbera Îsraîl û Amerîkayê, rewşa Sûriye û hebûna çekdarên Îranî li Sûriye, rewşa Felestîn û çend deverên ku Îsraîl di nava wan de xaniyan çê dike hate kirin.
Piştî civînê di presskonferanseke hevbeş de Serokwezîrê Îsraîlê behsa giringiya serdana Mike Pempeo kir û ragihand ku ev serdana han yaku bo ragihandina piştîvaniya Amerîkayê ya bo hikûmeta nû ya Îsraîlê ye gelek wateyên xwe hene û yek ji wan wateyan jî ewe ku hevpeymaniya navbera Îsraîl û Amerîkayê gelek bihêze vê bihêztir bibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin