Îro balefirên Tirkiyeyê gundeke ser bi devera Amêdiyê bordiman kirin.
Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantv li devera Amêdiyê dane, îro danê sibê balefirên şer yên Tirkiyeyê çend gund û navçeyên ser bi devera Amêdiyê bi hinceta hebûna gerîlayên pkkê bordiman kirine.
Di bordimana îro de navçeyên nêzî gund û cîhên nîştecîh bûna xelkê sivîl hatiye amanckirin û di encama bordimanê de zirarên gelek mezin yên madî ber 10 malên gund ketine, herwiha debistan û mizgeftên gund jî rastî zirarê hatine.
Derbarê zirarên canî de ti zaniyarî nehatiye bidestxistin lê tê gotin jiber bordimanê şêniyên gundan, ji mal reviyane û niha di nava tirs û fikaran dene û jiyana wan ya rojane li deverê zehmet bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin