Biryare di rojên pêş de şandeke wezareta pêşmerge serdana Bexdayê bike.
Li gor daxuyaniya navenda ragihandina wezareta pêşmerge, biryare di rojên pêş de şandeke wezareta pêşmerge serdana Bexdayê bike û li gel rayedarên leşkerî yên Îraqê bicive.
Li gor daxuyaniyê mebest ji serdana şanda wezareta pêşmerge giftûgo kirine li ser kiriyarên terorîstî yên DIŞIê li dijî şêniyên deverên Kurdistanî yên dagîrkirî û herwiha şewitandina genim û berhemên cotiyarî yên Cotkarên Kurde.
Weke tê zanîn di rojên dawî de terorîstên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên dagîrkirî kiriyarên xwe yên terorîstî zêde kirine, berhemên çandiniyê yên Cotkarên Kurd dişewitînin û êrîşî ser şêniyên Kurd dikin û wan qetil dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin