Kolberek din hate kuştin

di nava 10 rojan de 5 kolber hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest duhê çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser Kolberên Kurd kirine û di encam de Kolberek din canê xwe ji dest daye.

Di vê derbarê de navenda Hengaw ya bo mafên mirovan belav kir ku duhê çekdarên ser bi rejîma Îranê ji biryargeha leşkerî ya Serdeştê êrîşî ser Kolberên Kurd li nêzî Serdeştê kirine û di encam de Kolberek 32 sal bi navê Kameran Mewlaniya ku bavê keçek 5 saliye, canê xwe ji dest daye.

Li gor jêderê di nava 10 rojên derbazbûyî de 5 Kolberên Kurd li Serdeşt û Baneyê bi êrîşa çekdarên rejîmê hatine kuştin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.