Balefireke din yê Tirkiyeyê hate xistin

ev 5mîn balefira Tirkiye ku tê xistin
کوردستان TV
100%

Artêşa nîştimaniya Lîbyayê ya bi Serokatiya Jeneral Xefter xistina balefireke Tirkî ya ji têşeya SIHA ragihand.

Peyvdarê arêşa Nîştimaniya Lîbyayê Ehmed Mismarî duhê di presskonferansekê de ragihand ku hêzên wan karîne li başûrê Lîbyayê balefireke bêpîlot ya Tirkî yaku xwestiye pêgehên wan bordiman bike, hatiye xistin û bi vê awayî ev 5mîn balefire SIHA ya Tirkiye ku li Lîbyayê tê xistin.

Beriya çend rojan Tirkiye eşkere kiribû ku eger hêzên arêşa nîştimanî êrîşî ser hêzên Tirkî bikin vê Tirkiye bersifeke dijwar bide.

Ji aliyeke din ve duhê jî her yek ji Misir, Franse, Îmarat, Yunan û Qubris daxuyaniyeke hevbeş derbarê rewşa Lîbayayê de belav kirin û ragihandin ku siyaseta Tirkiyeyê ya li Lîbyayê xizmeta aştî û aramiyê nake lewre em Tirkiye mehkûm dikin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.