Li gor zaniyariyên ji Rojhilatê Kurdistanê, girtiyeke siyasî yê Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyeyê de bi Koronayê ketiye.
Hate zanîn navê girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Şerîf Salim e ku xelkê Dizê ya ser bi navçeya Mêrgewere û demeke dirêje li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê deye.
Ev girtiyê Kurd bo derman kirina ji nexweşxaneya Taliqanî ya li Urmiyeyê hatiye veguhastin û niha di bin çavdêriya nûjdarî de ye.
Weke tê zanîn rejîma Îranê ti giringiyek bi rewşa tendirostî ya girtiyan di nava girtîgehê de nade û heta niha çend girtî li girtîgehên Îranê de bi Koronayê ketine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin