Xakûrik û çend deverên din hatin bordiman kirin

ziran gehêştine bax û rezên şêniyên deverê
کوردستان TV
100%

Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser cîh û pêgehên gerîlayên pkkê yên li Başûrê Kurdistanê de, duhê bi şev hin deverên din bordiman kir.

Li gor zaniyariyên berdest artêşa Tirkiyeyê duhê bi şev cîh û navendên PKKê yên li Xakûrik û derdorê bordiman kiriye.

Heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên bordimanê de nehatine bidestxistin.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku bordimana duhê bi şev zirarên madî gehandiye bax û rezên şêniyên deverê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.