Li gor zaniyariyên berdest ji Rojhilatê Kurdistanê, spaha Pasdaran bi hinceta çê kirina meydanek bo perwerdehiya leşkerî, devereke dîrokî ya li Şinoyê têk dide.
Jêderên ji bajarê Şinoya Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku spaha Pasdaran ya Îranê bi hinceta çê kirina meydaneke perwerdehiya leşkerî, li gundê Rêkawî ya li Şino, dest bi dagîr kirin û têk birina devereke dîrokî yaku têje ji bermayî û paşmayiyên dîrokiye kiriye.
Ev devera dîrokî bi qasî 150 metreyan ji meydana perwerdehiyê dûre lê spaha Pasdaran dest daniye ser devera dîrokî û têk dide.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin