Komîteya rûbirû bûna Koronayê li Kurdistanê ragihand ku niha metirsiya Koronayê nemaye lewre hêdî hêdî dawî bi rewşa awarte û qedexe bûnê tê anîn.
Li gor daxuyaniya han vê îro deriyên tevahiya mizgeftên li Kurdistanê bi liber çav girtina şîret û tedbîrên tendirostî têne vekirin.
Herwiha îro li Kurdistanê jî dezgehên fermî hatin vekirin û jiyan normal bû.
Weke tê zanîn piştî zêdetir ji 70 rojan rewşa awarte û qedexeya hatûçûyê, yaku jiber Koronayê hatibû ragihandin, beriya du rojan qedexeya hatûçû hat hilweşandin û îro jî jiyan hate normalkirin.
Di nava an 70 rojan de li Kurdistanê tenê 5 kesan jiber Koronayê canê xwe ji dest dan û niha ti berketiyeke Koronayê jî di nava nexweşxaneyan de nemane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin