Xwepîşandanên li Îraqî dîsa destpê dikin

dibêjin em ne bawerin hikûmeta nû jî daxwazên me cîhbicîh bike
کوردستان TV
100%

Xwepîşandanên li bajarên Başûr û naverasta Îraqê yên li dijî hikûmeta vê welatî dîsa destpê kirin.

Xwepîşander behsa vê yekê dikin ku heta niha aliyên têkildar ti bersifa daxwazên me ne dane û em ne bawerin ku hikûmeta nû ya Îraqê jî bersifa daxwazên me bide, lewre em li dijî hikûmeta nû ne û xwepîşandanên xwe yên li dijî hikûmeta nû dîsa destpê dikin.

Ev di demekê deye ku Serokwezîrê nû yê Îraqê Mistefa Kazimî daxwaz ji hêzên ewlekarî kiriye daku rêz ji maf û daxwazên Xwepîşanderan bigirin û herwiha daxwaz ji aliyên dadweriyê jî kiriye daku Xwepîşanderên girtî jî werin azadkirin.

Niha xwepîşandan li sê bajarên Îraqê  Wasêt, Necef û Besreyê didomin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.