Mistefa Kazimî: Emê rêkeftinên steratejîk li gel Amerîkayê îmze bikin

şanda Îraqî vê serdana Amerîkayê bike
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê nû yê Îraqê Mistefa Kazimî Serokatiya yekemîn civîna kabîneya nû ya Îraqê kir.

Mistefa Kazimî piştî bi dawî hatina civînê ragihand ku vê têkiliyên navbera Amerîka û Îraqê derbazî nava qonaxeke nû bibin.

Kazimî anî ziman ku vê şandeke Îraqî di rojên pêş de serdana Amerîkayê bike û li gel rayedarên Amerîkayê bicive.

Kazimî behsa vê yekê kir ku vê Îraq çend rêkeftinên nû yên giring yên steratejîkî li gel Amerîkayê îmze bike.

Weke tê zanîn Mistefa Kazimî çend roje weke Serokwezîr dest bi kar kiriye û duhê jî hin aliyên şîe daxwaz ji Amerîkayê kiribûn ku di her warekê de hevkariya Îraqê bike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.