Du êrîşên DIŞIê hatin pûç kirin

yek ji wan êrîşan li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Çekdarên heşda şebî karîn bersifa du êrîşên terorîstên DIŞIê bidin û wan pûç bikin.

Çapemeniya Îraqê li ser zarê rayedarên leşkerî yên heşda şebî belav kirin ku direniya şeva derbazbûyî terorîstên DIŞIê xwestine li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê êrîşî ser çekdarên heşda şebî bikin lêbelê çekdarên heşda şebî bersifa wan dane û êrîşên wan pûç kirine.

Ajansa fermî ya Îraqê belav ku şeva derbazbûyî li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê êrîşa terorîstên DIŞIê ji aliyê çekdarên heşda şebî ve hatiye pûçkirin.

Herwiha şeva derbazbûyî li devera Rojavayê Enbarê jî terorîstên DIŞIê xwestine êrîşî ser navçeya Nexîb bikin lê êrîşa wan ya li vê deverê jî hatiye pûçkirin.

Weke tê zanîn ev du meha terorîstên DIŞIê êrîşên xwe yên li dijî heşda şebî û artêşa Îraqê li Selahedîn, Diyala, Enbar, Kerkûk û deverên din zêde kirine û di encama wan êrîşan de gelek çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.