Psporekî Çînî li Amerîkayê hate kuştin

gelek nihênî derbarê Koronayê de bidest xistibû
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeyeke kanala CNN ya Amerîkî, psporekî Çînî yaku lêkolîn li ser Korona û çavkaniya Koronayê û herwiha çawetiya derketina Koronayê dikir li Amerîkayê hatiye kuştin.

Li gor nûçeyê ev psporê han yê ku navê vî Bing Luo ye lêkolîn li ser çawetiya çê bûn, çawetiya derketin û çawetiya belav bûna Koronayê dikir û di vê çarçoveyê de jî gelek nihênî û tiştên veşartî yên gelek giring derbarê Koronayê de bidest xistiye, lêbelê di bûyereke nediyar de ji aliyê kesên ne nas ve hatiye kuştin.

CNN belav kiriye ku Luo xwe amade dikir ku encamên lêkolînên xwe yên derbarê Koronayê de bi raya giştî ya cîhanê re parve bike.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.