Parlementoya Îraqê deng da kabîneya Mistefa Kazimî

sê wezîrên Kurd di nava kabîneyê dehene
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev parlementoya Îraqê civînek li dar xist û di civînê de giftûgo li ser endamên kabîneya nû yaku bi Serokatiya Mistefa Kazimî hatiye avakirin hate kirin.

Di civîna parlementoyê de yaku hinek aliyên şîe tê de beşdar nebûn, dengdan li ser kabîneyê hate kirin û di encama dengdanê de kabîneya nû dengê baweriyê ji Parlementoyê stend û bi vê awayî hikûmeta nû ya Îraqê jî bi Serokatiya berpirsê berê yê dezgeha îstîxbarata Îraqê Mistefa Kazimî hate avakirin.

Li gor hin jêderan di nava kabîneya nû ya Îraqê de sê wezîrên Kurd hene û du wezîrên ser bi partiya demokrata Kurdistanê di nava kabîneyê de cîh digirin ku yek ji wan Fûad Husêne ku bûye wezîrê derve û Nazenîn jî bûye wezîra nîştecîhkirinê.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.