Li gor daxuyaniyeke wezareta berevanî ya Amerîkayê, hikûmeta Amerîkayê biryar daye daku li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengî û Serokatiya YPGê hêzeke nû ya 10 hezar kesî ava bike.
Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Amerîkayê ( Pentagon) bo şerê dijî DIŞIê vê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, (Rojavayê Kurdistanê) bi Serokatî û pêşengiya hevpeymanê me yê herêmî hêzeke nû ya 10 hezar kesî ( li gor bûdceyê ev hêz tê zêdetirkirin) tê damezrandin.
Ev hêz ji YPGê û çekdarên opozîsyonê yên li devera Tenefê yaku di bin kontrola Amerîkayê deye tê damezrandin.
Di nava hêza han de vê hêzeke antî terorê yaku ji hezar û 120 kesan pêk tê tê avakirin.
Ji aliyeke din ve îro bi rêya deriya Welîd Amerîka karwaneke din ya hevkariyên leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê şand û ev karwana han ya hevkariyên leşkerî gehêşte bajarê Hesekê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin