Keştiyeke Îraqî binav ket

derbarê zirarên canî de ti zaniyarî nehatine belav kirin
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev li bendera Umqesir ya li Besreyê keştiyeke Îraqî binav ket.

Di vê derbarê de hikûmeta Îraqê belav kiriye ku duhê bi şev jiber bahoza toz û tûfana nava avê keştiyek li deriya bakûr ya bendera Umqesir binav ketiye.

Piştî agehdar bûn ji bûyerê belemên hawarhatinê yên hêzên deryayî yên Îraqê çûne cîhê bûyer lê jiber tûfan, bahoz û tarîkiya şevê nikarîne tiştek bikin.

Heta niha derbarê zirarên canî yên bê bûyerê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Weke tê zanîn di dema xwepîşandanên Besreyê de demeke dirêj ev bendera han ketibû destê xwepîşanderan û hatûçû tê de hatibû rawestandin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.