DIŞI dest bi operasiyona mirinê kiriye

li dijî hêzên leşkerî operasiyona mirinê ragehandiye
کوردستان TV
100%

Jêdereke leşkerî ji artêşa Îraqê ragihandiye ku DIŞI dixwaze di nava meha Remezanê de hijmareke gelek zêde ji leşker û çekdarên Îraqê bikuje.

Ev jêder ji dengê Amerîkayê re diyar kiriye ku DIŞI bo ku hijmareke gelek zêde leşker û çekdar di meha Remezanê de bikuje, operasiyonek binavê ( Xezûetulmewut, operasiyona mirinê) daye destpêkirin.

Jêder tekez li ser vê yekê kiriye ku armanca DIŞIê di êrîşên xwe yên li Parêzgeha Diyalayê de ewe daku balê hêzên ewlekarî û leşkerî bide ser vê parêzgehê û li devereke din êrîşeke berfire pêk bîne û devereke berfire dagîr bike.

Weke tê zanîn ji destpêka meha Remezanê ve heta niha DIŞI her şev êrîşî ser hêzên leşkerî û çekdarên Îraqî dike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.