Serok Barzanî peyameke sersaxî da malbeta Hunermendê navdar yê Kurd Seîd Gabarî, ev jî tekesta peyama Serok Barzaniye;
Bi navê xwe dê mezin
Malbeta birêz ya Hunermend Seîd Gabarî
Mixabin nûçeya koça dawî ya Hunermendê Şoreşgêr û navdarê gelê Kurd Seîd Gabarî gehêşte me, ev Hunermend tevahiya jiyana xwe bo xizmeta hunera resen ya Kurdî û xizmet kirina doza gelê Kurd veqetandibû lewre wefata vî wendahiyeke mezine.
Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta we ya têkoşer, tavahiya xizm, nas û Hunermendên Kurdistanê dikim û xwe bi hevparê xema ve dizanim.
Ji xwedê mezin daxwaz dikin rehmetî bixe ber dilovaniya xwe û aramî jî bide tevahiya aliyan.
Mesûd Barzanî
4/5/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin