Şanda Kurdistanî îro dîsa diçe Bexdayê

vê giftûgoyên xwe yên derbarê bûdce û petrolê de bidomîne
کوردستان TV
100%

Biryare îro şanda danûstandinkar ya Kudistanê yaku hefteya derbazbûyî serdana Bexdayê kiribû, dîsa serdana Bexdayê bike.

Armanc ji vê serdana han domandina giftûgoyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê petrol û bûdce û mûçeyê dene.

Du roj beriya niha Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şanda danûstandinkar civiya bû û di civînê de biryar hatibû dayîn daku danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bidomin.

Ji aliyeke din ve nunerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa jî eşkere kiriye ku vê îro şand li Bexdayê li gel rayedarên Îraqê bicive.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.