Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber wefat kirina Hunermendê navdar Seîd Gabarî peyamek pêşkêş kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Mixabin nûçeya wefat kirina Hunermendê navdar Seîd Gabarî gehêşte me, ev nûçe me xemgîn kir û pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbet, kesûkar, dost, heval û hogirên Gabarî dikim. Hevparê xema wanim û daxwaz ji xwedê mezin dikin rehmetî bi ceneta xwe şad bie û sebûrî jî bide tevahiya aliyan.
Barzanî herwiha nivîsandiye; Gabarî dengeke resen ya Kurdî û bisoz bû, demeke dirêj xizmeta hunera Kurdî kiriye, di serdama şoreşê de çendîn stiran û sirûdên bicoş bo şoreş û pêşmergeyan gotiye.
Di dawiya peyama xwe de Barzanî nivîsandiye: Gabarî erşîveke zengîn ya hunera Kurdî li pey xwe hêşt û weke hunermendeke jêhatî hertim di bîranînên me de zindî dimîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin