Li Kurdistanê 11 navçeyên pîşesazî tên ava kirin

3 hezar kargehên curbicur tên avakirin
کوردستان TV
100%

Serokê komîteya hêlbirînerên Kurdistanê Mihemed Şokrî îro di presskonferansekê de eşkere kir ku di bernameya wan deye ku îsal li seraserê Kurdistanê bi dehan projeyên giring û stratejîkî cîhbicîh bikin.

Mihemed Şokrî eşkere kir ku beriya niha çend proje hatibûn amadekirin lêbelê jiber Koronayê ev proje destpê nekirine û piştî bi dawî hatina Koronayê destpê dikin.

Şokrî anî ziman ku vê îsal 11 navçeyên pîşesazî li seraserê Kurdistanê werin avakirin ku ji 3 hezar kargehên curbicur pêk tên û gelek derfetên karî jî vê werin afirandin.

Nav hatî anî ziman ku ji bo pîşesazî 461 proje, bo çandiniyê 113 proje, torîzim 227 proje û bo tendirostî jî 162 projeyên curbicur hatine amadekirin û vê werin cîhbicîhkirin.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.