Li gor zaniyariyên berdest ji Rojavayê Kurdistanê, îro danê sibê artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê dest kirine bi topbaran kirina gundevarên Efrîn û derdorê bi taybetî li navçeya Şêrawa.
Jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin ku îro danê sibê topxaneyên Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê dest kirine bi topbaran kirina gundevarên Efrînê bi taybetî derdorê Şêrawa û di encama toparana han de gundên weke Kefer Antun, Irşadiyê, Malikiyê, Şiwarxa, Merazanê û Alqemiyê û her yek ji gundên Bêne, Dêrcimêl û Soxanekê li Şêrawayê jî hatine topbarankirin.
Derbarê zirarên topbaranê de heta niha ti zaniyarî nehatine bidestxistin û topbaran jî didome.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin