Waliyê New Yorkê: Hemî Zanîngeh dê di vê sala akademiyê de girtî bimînin

tenê li New Yorkê nêzî 30 hezar kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Waliyê New Yorkê Andrew Cumo diyar kir ku zanîngeh jî di nav de hemî dibistanên li eyaletê dê di vê sala akademiyê de girtî bimînin.

Cuomo bi preskonferansekê da zanîn ku ewê heta dawîya Gulanê biryar bidin ku ewê dibistan di mehên havînê de vebin yan ne.

Wî diyar kir ku ewê di payîzê de jî careke din li ser vebûna dibistanan nirxandinê bikin.

Vîrusa korona ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê belav bûye.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li New Yorkê ketiye canê pirtir ji 308,000 kesan û 23,981 kes kuştine

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.