10 çekdarên heşda şebî hatin kuştin

pevçûn li başûrê parêzgeha Selahedînê qewmiye
کوردستان TV
100%

Li parêzgeha Selahedînê DIŞIê êrîş kir û 10 çekdarên heşda şebî hatin kuştin.

Di vê derbarê de Parêzgarê Selahedînê Mihemed Kerîm ji medyaya fermî ya Îraqê re ragihandiye ku terorîstên DIŞIê duhê  bi şev êrîşî ser navçeya Tilzeheb kirine û çekdarên heşda şebî jî bersifa êrîşa han de û di encam de pevçûn di navbera her du aliyan de çê bûye û di encama pevçûnê de 10 çekdarên heşda şebî hatine kuştin.

Kerîm anî ziman ku êrîş li başûrê Parêzgehê li devera Beled çê bûye û ji bilî kuştina 10 çekdaranê heşda şebî, hijmareke çekdarên din yên heşda şebî jî birîndar bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.