Kazimî lîsteya kabîneya nû belav kir

lîsteya han bo wergirtina dengê baweriyê daye parlementoyê jî
کوردستان TV
100%

Berbijêrê postê Serokwezîriya Îraqê Mistefa Kazimî îro yekşem lîsteya navên wezîrên ku di kabîneya nû de cîh digirin bo raya giştî belav kir.

Kazimî hevdem lîsteya han bo wergirtina dengê baweriyê bo parlementoyê şandiye.

Di kabîneyê de bo her wezaretekê du kes  hatine berbijêr kirin daku eger li parlementoyê wezîrek hate red kirin evê din di şûna vî de amade be.

Herwiha çend wezaretek weke wezareta darayî hîn ti kes bo wezîrtiyê nehatiye diyarkirin û tê payîn Kazimî li benda lihev kirina aliyên siyasiye li ser wan wezaretan.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.