Birêveberatiya hêzên nehêştina tawanan li devera Gerimiyanê îro daxuyaniyek belav kir û tê de behsa vê yekê kir ku hêzên han karîne di operasiyonekê de 4 kesan binçav bikin ku matorên xelkê dizîne û pişt re jî firotine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku piştî wergirtina zaniyariyan li dor hebûna bûyereke dizî kirinê hêzên polîs dest bi operasiyonê kirine û di destpêkê dekarîne kesek ku matorê xelkê diziye binçav bikin û kesê binçav kirî jî li xwe mokir hatiye ku ev tîmeke çar kesîne û bihevre matorên xelkê didizin û pişt re li cîheke din wan difiroşin.
Polîs gotiye ev her çar kesên han niha li berdem Dadwer dene.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin